Pêşdîrok heyama dîroka mirovahiyê ye ku bi derketina amûrên kevirî yên yekem nêzîkî 3,3 milyon sal berê dest pê dike û bi îcada sîstemên nivîsînê re bi dawî dibe. Bikaranîna sembol, nîşan û wêneyan di nav mirovan de pir zû xuya kiriye, lê sîstemên nivîsînê yên herî kevn tenê 5000 sal berê derketiye holê û ji bo ku pergala nivîsandinê bi berfirehî were pejirandin bi hezar salan berdewam kiriye. Sîstemên nivîsînê di hinek kulturên mirovan de heta sedsala nozdehan û di hinek kulturên din de heta van salên dawî nehatine pejirandin. Ji ber vê yekê li gorî roja îcadkirina nivîsînê dawiya vê serdemê di herêmekê de ji ya herêmeke din dibe cuda be. Wek nimûne bi gelemperî tê qebûlkirin ku pêşdîrok li Misirê di dora 3100 b.z. de bi dawî bûye, lê dawiya serdema pêşdîrokê de li dor sala 1900an p.z. de, li Gîneya Nû gelek nû derketiye holê. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1933 – Wiley Post, bû kesê yekem ê ku derdora dinyayê bi tenê geriya. Rêwîtiya xwe ya ku 15.596 mîl girt, di 7 roj, 18 saet, 45 deqeyê de temam kir.
1944 – Fona Navneteweyî ya Diravê (bi îngilîzî: IMF, Internationale Monetary Fund) saziyeke taybet a NY (Neteweyên Yekbûyî) ji bo pêşxistina aboriya dinyayê hate damezrandin.
1946 – Li Qudsê ôtela bi navê King Davidê hate bombekirin, 90 kes mirin. Ev hotel ji alî îngilîzan ve wek qerargehê dihate bi kar anîn.
1974 – Operasyona Kîprosê: Firqeya tirkan yê 39em derketin girava Kîprosê û li wir bi yên ku ji hewayê peya bûn re bûne yek. Di saet 17.00an de agirbest hate îlan kirin. Hêzên tirkan li benda Hevdîtinên Cinêvê sekinîn.
2003 – Di bombebarana ku hêzên taybet yên Amerîkayê li bajarê Mûsilê li dar xistin de, kurên dîktatorê IraqêSedam Huseyn; Uday Huseyn, Kusay Huseyn, kurê Kusay Huseyn û muhafizek hate kuştin.
2007 – Li Tirkiyeyê hilbijartina giştî hate kirin. Partiya Dadwerî û Pêşvebirinê bi serokatiya Recep Tayyip Erdoğan, %46,66 ray girt, 341 parlementer derxist û bi tenê bû îqtîdar. Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di vê hilbijartinê de tevî partiyên çepgir, ji bo ku benda hilbijartinê derbas bibe Bloka Hezar Hêviyê ava kir. Ev blok, 22 mebûs derxist.